Weqfa Îsmaîl Beşîkçî(IBV) rêzesemîneran pêk tîne. Di semînera duyem de Prof. Dr. Baskin Oran dê biaxive.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî(IBV) rêzesemîneran pêk tîne. Di semînera duyem de Prof. Dr. Baskin Oran dê biaxive. Baskin Oran yek ji nivîskar û siyasetnasên navdar ên tirk e.
Bixwîne - Prof. Dr. Baskin Oranî doz li Erdoganî vekir
Sernivîsa gotara Baskin Oranî “qedexeyên li ser zimanê kurdî: Maf û binpêkirina mafan: Pêr, duhî û îro” ye.
Semîner dê 10ê Çiriya Paşiyê(dusibe) li Salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, siet 14ê bê pêkanîn. Amadekarên semînerê diyar kirine ku beşdariya semînerê bêpere ye û divê beşdar Forma Beşdariyê dagirin. Baskin Oran dê bi zimanê Tirkî biaxive.
Ji bo dîtina cihê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vê duvelankê bitikînin.
(MB)