3emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyeyê a Enqereyê, daxwaza betalkirina Kongreya Bajarê Stenbolê a CHPê ku di 8ê Cotmeha 2023an de pêk hatibû, red kir. Her weha dadgehê doza ku ji bo betalkirina 38emîn Kongreya Asayî hatibû vekirin jî, bi sedema ku heman doz berê jî hatiye vekirin, qebûl nekir. Kongre di 4-5ê Mijdara 2023an de pêk hatibû.
Di kongreya navborî de, Ozgur Çelik wekî Serokê Bajarê Stenbolê hatibû hilbijartin. Lêbelê, piştî kongreyê îdiayên "sextekariya dengan" derketin holê û pêvajoyên qanûnî dest pê kirin.

Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPyê di bin dorpêça polîsan de ye
Cîgirê Serokê Koma CHPê Alî Mahîr Başarir, biryar nirxand û got, "Dadgeha Enqereyê biryarek rast da. Hem li Stenbol û hem jî li Enqerê doz hatine vekirin û ji ber sedemên prosedurî têne yekkirin. Encam ev e ku biryara tedbîrê ya ji bo serokatiya bajar hatibû dayîn vala derket. Divê tişta pêwîst were kirin. Hin heval ji bo ewlekirina rewşê li vir û wir doz vekirine. Du biryarên redkirin hene. Dîsa ji ber ku şert û merc çênebûne di esasê de doz hat redkirin. Divê dadgeha hiqûq û esliyê a li Stenbolê biryara tedbîrê rabike. Pişt re ew dikarin dozek nû vekin. Bûyera li Stenbolê bi dawî bûye."
Başarır got, "Biryara tedbîrê ya ku ji bo Serokatiya me hatibû dayîn vala derket. Divê biryara tedbîrê ya ku hatibû dayîn demildest were vekişandin."
Rêveberiya Çelik ji wezîfeyê hatibû girtin
45emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyeyê roja Sêşema 2ê Îlonê Ozgur Çelîk û reveberiya wî ji wezîfeyê girt. Ozgur Çelîk di 38emîn Kongreya Asayî ya CHPê ya Stenbolê de hatibû hilbijartin. Di heman rojê de, Dadgehê biryar da ku li şûna Çelîk û rêveberiya wî, serokê berê yê bajar Gursel Tekin jî di nav de, lijneyek were tayînkirin. Lijneya demkî ji Gursel Tekin, Zeki Şen, Hasan Babacan, Müjdat Gurbuz û Erkan Narsap pêk dihat.

Serokatiya Bajarê Stenbolê a CHPê di bin dorpêçê de ye: Gelek kes hatin desteserkirin
(EMK/AY)







