Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di civîna çapemeniyê ya ku li Navenda Giştî a partiya xwe li dar xistiye de di serî de êrişên li dijî partiya xwe û geşedanên di rojevê de ne nirxandiye.
Başaranê di axavtina xwe de behsa bandora krîza aboriyê kiriye û gotiye, “Kirîza aboriyê her ku diçe li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê kûrtir dibe û bandorê vê krîzê jî herî zêde li me jinan dibe.”
Ayşe Acar Başaranê diyar kiriye ku ew duh li Navenda Giştî ya partiya xwe bi provakasyonê re rûbirû manê û derbarê mijarê de weha gotiye:
“Krîza aborî, yek ji mezintirîn pirsgirêkên mezin e û pê re jî binpêkirinên mafên mirovan jî bûne yek ji rojeva sereke ya welat. Herî zêde jî li girtîgehan ev binpêkirinên mafên mirovan pêk tê. Wekî ku tê zanîn, tecrîda ku 24 sal in li Îmraliyê li ser rêzdar Ocalan didome, niha li hemû girtîgehan zêde bûye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê xwedî helwesteke girîng be. Li ser girtiyên nexweş miayeneya bi kelepçe û lêgerîna tazî tê ferzkirin. Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo ku ji tecrîd û îşkenceyê re bibêjin êdî bes e, malbatan li Tirkiye û Kurdistanê Nobetên Edaletê dane destpêkirin. Em piştgiriyê didin malbatên ku rewşa girtiyên nexweş dikin rojev û li hemberî betalkirina înfazê têdikoşin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin.”
Provakasyona li ser Navenda Giştî ya HDPê
“Duh li navenda giştî ya partiya me provokasyonek hate kirin. Duh qaşo li ser navê malbatan 3 kes anîn pêşiya partiya me û xwestin provokasyonekê bikin. Duh li pêşiya partiya me malbat tunebûn, Emniyeta Enqereyê hebû, Wezîrê Karê Navxweyî hebû, tifaqa AKP û MHP’ê hebû, ew çalakvan bûn. Polîsan li pêşiya avahiya me çalakî kirin û çelenga reş danîn ber partiya me. Ne malbatan lê polîsan ew çelenga reş danîn ber avahiyê. Provokasyona duh ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî hatibû plankirin. Em dizanin Wezaretê ev tişt organîze kiriye.”
“Di şexsiyeta min de gef li hemû Kurdan, jinan û HDPyiyan hat xwarin”
Li pêşiya navenda giştî ya HDPê di şexsê min de gef li hemû kurdan, jinan û HDPyiyan xwarin. Heke ew dibêjin qey ew ê bi van gefan têkoşîna HDP’ê bidin sekinandin, wê hesabê wan hev negire. 7 sal in we her tişt kir. Di van 7 salan de hemû metod bi kar anîn ma we dît ku HDP çok danî erdê û stûyê xwe xwar kiriye? Dê tu êrişa we nekarin têkoşîna HDPê bide sekinandin. Em careke din tînin bîra Wezîrê Karên Sûcan, yên wekî te ketin sergoya dîrokê û dê cihê te jî ew der be.” (AS/AY)