Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Başak Demîrtaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku nameya Selahattîn Demîrtaşî hatiye sansurkirin. Selahattîn Demirtaş, Hevsekorê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Başak Demîrtaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê ji Wezareta Dadê pirsiye û gotiye “Gelo ya di dorê de wê çi be?”.
Yüz yüze görüş kaldırıldı. Görüntülü görüşme imkanı sağlanmadı. Şimdi de sansür. Sırada ne var? @adalet_bakanlik @abdulhamitgul pic.twitter.com/G5NP1Bssh0
— Başak Demirtaş (@Basak__Demirtas) June 3, 2020
Ji Wezîrê Dadê pirsî ye
Başak Demîrtaşê nameya Selahattîn Demîrtaşî ya ku hatiye sansurkirin li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye û wiha gotiye: “Hevdîtina rûbirû hati bidawîkirin. Derfet nedan ku hevdîtina bidîmenan pêk were. Niha jî sansur. Gelo ya di dorê de wê çi be?”. Başak Demîrtaşê hesabên Wezareta Dadê û Abdulhamît Gul Wezîrê Dadê jî nivîsandiye û pirsa xwe kiriye.
Di wan rûpelên ku Başak Demîrtaşê weşandiye de ev nivîs heye: “2020/208 Lijneya Disiplînê.”
"Beriya ku şewb wan perişan bike bidawî bibe wê bêhna gel were ber"
Beşa ku ji ber sansurê filitiye ya nameya Demîrtaşî wiha ye: “Di fotografan de hûn baş xuya dikin. Lê ev yên 10 roj berê ne. Ez hêvî dikim ku hûn ê her baş bin. Em jî baş in, weke ku hûn dizanin” û “Niha dema sihetê ye, ev şew, beriya ku gel bi temamî perişan neke bidawî bibe bêhna herkesî wê were ber.” (EMK/FD)