Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistanê-Iraq, Mesûd Barzanîyî da zanîn ku heke serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malîkî dîsa bibe serokwezîrê Iraqê ew ê serxwebûnê îlan bikin.
Barzanîyî li daxuyaniya xwe gotiye “em ê di Iraqeka ku Malîkî bi rê ve dibe de nemînin.”
Barzanî ji rojnameya Erebî ya li Londonê weşanê dike, ji El Şark el Ewsatê re axiviye. Wî daye zanîn ku wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî jî ji karê xwe hatibû bidûrxistin.
Hat eşkerekirin ku hinek alî hewil didin di Operasyona Mûsilê de serokwezîrê niho El Ebadî bişkê, bi vê yekê jî Nûrî el Malîkî dîsa bibe serokwezîr.
Herweha Barzanîyî eşkere kiriye ku dîyaloga bi Donald Trumpî re dom dike û kurd dê piştgirên Washingtonê bin. (YY/MB)