Barzanî got îro 30ê Îlona 2026an roja dawî ya erkê hêzên Hevpeymanan a li Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Pentagon: Hêzên me ji Hewlêrê vedikişin
"Hêzên Hevpeymanan alîkariyeke zêde da hêzên Îraqê û Pêşmergeyan"
Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku ev vekişîn li gorî peymana di navbera Koalîsyon û Hikûmeta Îraqa Federal de ye û got:
"Hêzên Hevpeymanan di şerê li dijî terorê û her wiha di vegerandin û xurtkirina aramiya Îraqê de piştgirî da hêzên Îraqê û hêzên Pêşmergeyan. Hêzên Hevpeymanan di dema mayîna xwe de alîkariyeke zêde da hêzên Îraqê û Pêşmergeyan û heta qurbaniyên zêde jî dan. Li vê derê cihê xwe ye ku em spasiya hewldan û keda hêzên Hevpeymanan bikin. Rola wan a di têkbirina DAIŞê û vegerandina aramiya Îraqê de cihê rêz û pêzanîneke mezin e. Her wiha em silavan ji bo giyanê pak ê hemû şehîdên Pêşmerge, hêzên Îraqî û hêzên Hevpeymanan re dişînin û dê bîranîna wan her tim bilind bimîne."
"hevahengiyeke gelekî baş bi Hikûmeta Îraqa Federal re heye"
Barzanî destnîşan kir ku piştî bidawîhatina vê erkê, êdî ev yek ji Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê re dimîne ku li gorî şert û mercan û ji bo parastina aramiyê, bi welatên Hevpeyman re peymanên dualî îmze bikin.
Barzanî derbarê dilgiraniyên li ser valahiya ewlehiyê jî xelkê Kurdistanê piştrast kir:
"Derbarê Herêma Kurdistanê jî gelek kes ji ber dilsotiyê û hinek jî ji ber kîn û şîroveyên şaş wisa difikirin ku bi nemana hêzên Hevpeymanan re êdî Herêma Kurdistanê jî dikeve bin metirsiyê û bi dawî dibe. Ez dixwazim xelkê delal ê Kurdistanê ji wê yekê piştrast bikim ku hevahengiyeke gelekî baş bi Hikûmeta Îraqa Federal re heye ji bo rûbirûbûna her cure metirsiyê, ew metirsî di bin navê DAIŞê de be an jî bi her navekî din be."
"Pêşmerge dê hemû metirsiyan têk bibe"
Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got:
"Kîjan kes an jî alî xeyala wê yekê bike ku bibe metirsî û zererê bide aramiya Herêma Kurdistanê, bila bizanibe ku li Kurdistanê bi qasî pêwîst Pêşmerge û qehremanên canfîda yên welêt hene ku parastina xelk û xaka Kurdistanê bikin û hemû metirsî û destdirêjiyan têk bibin. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku rênçberê dîroka xebata rizgarixwaza Kurdistanê ye û berhema xwîna şehîdan û hêsirên dayîkên şehîdan e, dê her bimîne. Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi hevahengiya temam a bi hêzên Îraqa Federal re, amade ye ji bo parastina xelkê, parastina aramiya welêt û nehiştina hemû cure metirsiyan."
(FY)

