Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Sputnikê, di civîna îro ya li Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê de, nameya ku Barzanî şandibû hat xwendin.
Barzanî di nameyê de gotiye ku, “erka serokatiyê berdewam nake û qebûl nake ku dema wê bê dirêjkirin.”
“Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe ku yasaya Serokatiyê bê hemwarkirin an temenê Serokatiya Herêma Kurdistanê bê dirêjkirin. Pêwîste bi zûtirîn dem kom bibin ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de çê nebe û ev babet bê çareserkirin.”
Barzanî beriya referandûma serxwebûnê gotibÛ, “Dema ke em serxwebûnê bidest bixin erka min diqede”.
Hemîn Hawramî serşêwirmendê Barzaniyî du roj berê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiribû, Barzanî qebûl nake ku dema erka wî ya serokatiyê bê dirêjkirin. Hawramî her wiha gotibû ku Barzaniyî derbarê mijarê de nameyek ji Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê re şandiye.
Hilbijartinên parlamentoyê û yê serokatiyê ku çavlirêbû di 1ê Çiriya Paşiyê de çêbibin, ji hêla Parlamentoyê ve hefteya derbasbûyî ji bo 8 mehan hatibû bipaşxistin. Parlamentoyê erka Barzanî, ya alîkarî wî Kosret Resûl û Serokê Dîwana Serokatiyê Fûat Huseynî cemidandibû. (ÇT/FD)