Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Mesûd Barzanî duh (14yê Îlona 2017yê) li bajarê Duhokê bi heyeta koalisyona navdewletî re hevdîtinek pêk anî. Di nava heyetê de
Brett McGurk nûnerê taybet ê Têkoşîna lidij DAIŞê yê Serokê DYAyê, Jan Kubis Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY), Douglas Siliman Konsolosê DYAyê li Bexdayê û Konsolosê Îngiltereyê li Bexdayê Frank Baker di nava heyetê de cî digirtin.
Mijara hevdîtinê referandûma serxwebûnê bû ku Rêveberiya Herêmê aşkere kiribû ku wê di 25ê Îlonê de birêve biçe.
“Ji bo paşxistinê alternatîf pêşkêş kirin”
Piştî hevdîtinê malpera Serokatiya Herêmê daxuyaniyek belav kir û hat diyarkirin ku di hevdîtinê de heyetê ji bo paşxistina referandûmê alternatîfek pêşniyarî Serok Barzanî kirine. Lê derbarê naveroka alternatîfê de ti agahî nehat dayin.
Serok Barzanî di bersiva xwe de destnîşan kir ku biryara referandûmê ne di destê wî de ye û ev biryar biryara hevpar a partiyan e:
“Biryara referandûmê ne tenê biryara min e, biryareke wisa ye ku bi serokên siyasî yên din ên Kurdistanê re hatiye standin.
“Piştî hevdîtina bi partiyên din re ez ê biryara me ji we re ragihînim.” (HK/FD)