Ji bo nûçeya Tirkî
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku mafê 50 milyon kurd heye ku bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Li gorî nûçeya Bas Newsê, Barzanî daxuyanî da rojnameya Neue Zuricher Zeitungê ya Swisreyê û got: ‘Bêguman em dixwazin ku netewa me 40-50 milyon kes e, dewleteke wan hebe, lê belê divê rewş li ber çav bê girtin. Em bi ser 4 perçeyan de dabeş bûne û her yek ji me jî rewşa xwe ya taybet heye û her yek ji wan jî pêwîst e çareseriya xwe ligel hikûmeta navendî bibîne.'
Sînorên Neteweyan
Barzanî li ser sînorê heyî yên li devera Rojhilata Navîn diaxive û dibêje:'Hêzên mezin ew sînor danîne. Di pratîkê de ew sînor nemane û dema wê yekê jî hatiye ku ew rastî bê naskirin û bê qebûlkirine.'
Referandûm
Derbarê pêkvejiyana netewan û gelan de jî Barzanî da xuyakirin ku her milletekî sînorê xwe yê xwezayî heye. Ew sînorên ku ji bo zora hêzê hatine xêzkirin, nabe êdî berdewam bin. Pêwîst e ji gel bê pirsîn ka gelo ew dixwazin pêk ve bijîn an jî dixwazin cûda bibin. Nabe tu çareseriyek were ferzkirin û her çareseriyeke nû gerek bi referandumê be.’
(YY/YO)