Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Mesûd Barzanîyî eşkere kir ku pêvajoya referandûmê pêvajoyeka aştiyane ye û dema wê dê neyê guhertin.
Barzanîyî referandûm wek “gaveka ber bi serxwebûnê ve” binav kir.
Barzanî: "Divê Enqere û Bexda li hev bikin"
Mesûd Barzanîyî ji rojnameya El-Heyatê re gotiye:
“Armanca bingehîn a referandûmê rê-li-ber-girtina felaket û şerên nû ye.
“Em şerî naxwazin. Berevajiyê wê me ji bo dostanî û birtîyê bang kir. Dema referandûmê partiyên siyasî yên Kurdistanê eşkere kiriye jê veger nîne.
Dema Referandûmê
Ji bo dema referandûmê Barzanîyî got:
“Em dipirsin kengê ye dema referandûmê? Heke em li benda pesendkirina hinek kesên dî bimînin dibe ku ew dem ti caran neyê. Bi tenê gelê Kurdistanê dikare ji bo dema Kurdistanê biryarê bide.”
Barzanîyî eşkere kir ku ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê ji bo ti hêzan destûr dê neyê dayin.
(YY/MB)