Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, giliyê Baroya Wanê kiriye ku ji ber di dema desteserkirinê de îşkence li zarokan hatibû kirin, giliyê polîsan kiribû. Li Wanê 15ê Sibatê zarok hatibûn desteserkirin û di dema desteserkirinê de Îşkenceya li wan hatibû kirin û îşkence bi raporên doktoran jî hatibû pesendkirin.
Baroya Wanê civîneke çapemeniyê çêkiriye û diyar kiriye ku daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kiriye ku ew bibin hedef û ew xistine bin tohmetê. Baroyê her weha giliyê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kiriye.
Mirûdiyeta Giştî ya Emniyetê piştî ku derket holê, zarokên desteserkirî rastî îşkenceyê hatine û Baroya Wanê giliyê polîsan kiriye, daxuyaniyek nivîskî belav kiribû. Di daxuyaniyê de zarok weke “kesên temenê wan biçûk” hatibû diyarkirin û hatibû gotin ku îdiayên dibêjin îşkence li 11 zarokan hatiye kirin ne rast in.
Midûriyetê destnîşan kiriye ku hemû tiştên hatine kirin li gorî hiqûqê û yasayan e û di encama fermanên dezgehên fermî yên erkdar hatine kirin. Midûriyetê her weha ji ber ku giliyê polîsan kiriye, Baroya Wanê bi van gotinan tohmet kiriye, “Giliyê baroyê û parêzeran de hatiye kirin ku bûyer bi zanebûn berovajî kiriye û piştgiriya rêxistina terorê kiriye”.
Baroya Wanê îro li ber avahiya Edliyeya Wanê daxuyaniyek daye çapeeniyê û diyar kiriye ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ew kirine hedef û xistiye bin tohmetê.
Çi bûbû?
Li Wanê îşkence û pêkanînên nebaş li zarokan kirine ku 16ê Sibatê hatine desteserkirin û li Midûriyeta Zarokan a Emniyeta Wanê hatine girtin. Îşkenceya li ser zarokan hatiye raporkirin û Baroya Wanê ji bo vî tiştî giliyê failan li gel dozgeriyê kiriye.
Li gorî daxuyaniya baroya Wanê, Serok û rêveberên Baroyê, serok û endamên Komisyona Mafên Mirovan û ya Mafên Zarokan a Baroyê bi hev re çûne li Midûriyeta Zarokan, zarok dîtine. Hatiye diyarkirin ku sê zarokên desteserkirî beriya radestî Midûriyeta Zarokan bê kirin rastî îşkenceyê hatine û ev tişt di raporên doktoran de jî hatiye nivîsandin.
Di daxuyaniya Baroya Wanê de wiha hatiye gotin:
"Hevdîtin li gel wan zarokan hatiye kirin ku gotine ew rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Çavdêrî li wî tiştî hatiye kirin ku zarok bi awayekî tirsnak birîndar bûne, rastî îşkence û pêkanînên xirab hatine. Piştî zabitname hatine nivîsandin, ji bo lêpirsînê veke serî li Serdozgeriya Komarî ya Wanê hatiye dayîn. (AO/FD)
* Foto: Baroya Wanê