Fotograf: MA
Ji ber ku di bernameya xwe de destûr nedaye jineke kurd bi kurdî qise bike û gotiye, “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye” Baroya Wanê, giliyê Dîdem Arslan, pêşkeşkara kanala Show TVyê kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Baroyê daxwaznameyek pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Wanê kiriye û xwestiye Arslan ji ber sûcên “bi awayekî aşkera biçûkxistin” û “sûcê dijminahiyê” were cezakirin.
Baroyê di daxwaznameya xwe wiha gotiye: “Pêşkeşvanê îma kiriye ku weke di Komara Tirkiyeyê de ji xeynî tirkî axaftina zimanên din qedexe ye û axaftina kesên ji netewên cuda ya bi zimanekî din sûc e û bedeleke vê heye. Dê di lêpirsîna ku dozgeriya we bide dest pê kirin de were dîtin ku gumanbar bi rêya çapemeniyê neteweyekê, zimanekî çawa biçûk dixe û kêmî xwe dibîne. Piştî dijminatiya gumanbar a li dijî kurdî bi hezaran kesan li ser medya dîjîtal bertekên xwe nîşan dane. Ji ber dijminatiya li dijî kurdî û gelê kurd em dixwazin di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya we bide destpêkirin de gumanbar were cezakirin.” (FD)