Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berpirsiyarîya Emniyetên Tirkiyeyê, ji bo qeydkirina deng û dîmenên rêwîyên teksîyan(tirimbêlên ticarî yên veguhestina rêwîyan) dê bernameyeka bi navê ITaksi bide dest pê kirin.
Baroya Stenbolê serî li Dadgeha Enqereyê da û xwest bername bê betalkirin.
Li ser navê Baroya Stenbolê parêzerê Atilla Ozen serî li dadgehê da. Ozenî eşkere kir ku bi qeydkirina deng û dîmenên welatiyan jiyana wan a kesane/şexsî dê bê binpêkirin.
ITaksi çi ye?
Şirketa bi navê İSBAK ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ev proje çêkiriye. Li gor projeyê kamêre, mîkrofon, tablet û qumçika/bişkoka hawarkirinê dê li hemî teksîyan bê bicihkirin.
Deng û dîmenên hemî rêwingiyan dê her dem bê qeydkirin. Dîmen dê li arşîva Emniyetê bê parastin. Heke teksîajo/şofêr pêl qumçika hewarê bike. Deng û dîmen dê rasterast ji bo navendên polîsan bêne şandin û hewarê bigihîne wan.(SA/AS/MB)