Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Bajarvanî û Jîngehê ya Baroya Şirnexê ji bo birîna daran a li daristanên bajêr, raporek amade kiriye û ev rapor civîneke çapemeniyê ragihandiye.
Civîna çapemeniyê li Parka Birca Belek pêk hatiye. Hevserokê Şaxa Şirnexê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetguzariya Tenduristî û Civakî (SES) Ûmût Çîmen, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û komek parêzer beşdarî civîne bûne.
Rojhat Dîlsîz di civînê de axiviye û gotiye ku li Şirnexê di rojên dawiyê de birîna daran zêde bûye û ev ne qanûnî ye. Dîlsîzî xala 169ê ya Destûra Bingehîn bibîr xistiye.
Li gorî xala 169ê: "Dewlet ji bo parastina daristanan û bipêşxistina qadên wan qanûnên hewce dike amade dike û tedbîran werdigire. Li şûna daristanên şewitî, daristanên nû bicih dike û li van cihan nabe ku çandiniyeke cida û ajalvanî çêbibe. Çavdêriya hemû daristanan karê dewletê ye. "Milkê daristanên dewletê nabe bidin hinekên din. Ev daristan di encama demboriyê de nabe ev der bibin mal û milk û ji bilî berjewendiya civak/dewletê nabe bê bikaranîn. "Nabe destûrê bidin ti kar û bar û çalakiyên ku ziyanê bidin daristanan. Nabe propagandaya siyasî ya ku rê li ber wêrankirina darisanan veke, bê kirin. Şewitandina daristanan, tunekirina daristanan an jî tengkirina qada daristanan sûc e û ev sûc nayên efûkirin." |
Dîlsîzî ji bo birîna daristanan bang kiriye û gotiye ku bila lêpirsîn ji bo dem û dezgehên berpirsiyar bê kirin û cezayên pêwîst bidin.
Daran dibin bajarên din
Komîsyonê di rapora xwe de behsa van xalan kiriye:
- Li Şirnexê saleke gelekî zêde dar tên birîn û ev dewam dike,
- Piranî li cihên bilind ên navenda bajarê Şirnexê û li çiyayên di navbera Şirnex û Sêrtê de dar tên birîn,
- Hinekî jî li navbera Hezex û Midyadê dar hatine birîn,
- Pêvajoya îhalekirinê bêyî ku serî li rêyên yasayî bidin pêk hatiye û karê birînê dane hin kesên diyar û ev kar jî bêhiqûqî tê meşandin,
- Piştî ku dar tên birîn, dar bi kamyonên 20-25 tonî ji ser Cizîrê û ji bihayê bazarê gelekî erzantir dibin bajarên derdorê û yên mîna Kayserî, Dîlok û Osmaniyeyê.
- Di werza havînê de ev birîn û wêrankirin bi lez û beztir dibin, rojane bi sedan ton darên dîrokî û endamîk tên tinekirin.
Tiştên ku divê bên kirin
- Ji bo metirsiya di nava mirovên herêmê de çêbûye ji holê rakin û parastina daristanan:
- Saziyên peywendîdar divê demildest bikevin nava liv û tevgerê û pêşiyê birîna daran bisekinin,
- Li cihên ku dar lê tên birîn, tevî saziyên fermî saziyên taybet û komele bila lêkolînan bikin û ji bo vê jî ewlehî bê standin û rê li ber raporkirina rewşê vekin,
- Ji bo karûbarên rehabîlîtasyonê li cihên ku dar lê hatine birîn, bên kirin û ji bo habîtata herêmê xera nebe, divê da li wan deran bên çandin.
(TY/FD)