Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê, bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin.
Ders bi daxwaza parêzerên endamê baroyê li Hêwana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Şirnexê dest pê kirin.
Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê destnîşan kiriye ku gava ewilî dest bi kar kirine, pêşî pêdiviyên hevpîşeyên xwe tespît kirine û di vê çarçoveyê de ewilî dest bi perwerdehiyên pîşeyî kirine û paşê li gor daxwaza parêzeran ji bo perwerdehiya kurdî doza perwerdekaran li Birca Belek kirine.
Dîlsîzî destnîşan kiriye ku li seranserê Tirkiyeyê 20-25 milyon Kurd hene, lê hê jî kurdî wekî "zimanekî nenas" tê tomarkirin. Dîlsîz, bilêv kir ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj niha li edlîiyeya kurdî tê bikaranîn û li herêmê parêzer hemû bi kurdî pêwendiyê bi muwekîlên xwe re datînin. Dîlsîz got: "Ji bo paêzerek muwekîlê xw ebaş nas bike, divê pêwendiya bi zimanî xurt be. Em kesên ku li vê axê dijîn, divê baş bi zimanê xwe zanibin. Parêzerên hînî kurdî bibin, dê li dadgehan karibin mudaxileyî şaşiyên wergêr bikin."
Ji mamosteyên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Bahattîn Robar jî anîye ziman ku perwerdehiya wan a kurdî bi beşdarbûna 24 parêzeran meheke didome. Robar, daye zanîn ku ji asta yekê dest bi perwerdehiyê kirine û ewilî xwendin û nivîsandina bi kurdî fêr dikin. Robar got: "Daxwazeke bi vî rengî pir baş e. Heger parêzer, mamoste û tenduristkar û peywirdarên pîşeyên din karên xwe bi zimanê xwe bikin, dê karê xwe baştir bikin. Dê ev yek li xweşa civakê jî biçe. Em li bendê ne li herêmên din jî odeyên pîşeyî dest bi tiştekî wiha bikin." (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê