Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Şirnexê bi sedema “operasyonên leşkerî” û bi piştgiriya cerdevanan, nêzîkî du sal in car tên birîn. Wan daran li barhilgiran bar dikin û dibin hin bajarên din.
Serokê Baroya Şirnexê, Rojhat Dîlsîzî gotiye ku bi qirkirina daran dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin: “Ger talankarî bi vî rengî dewam bike wê jîngeha me nemîne. Em ê bi 300 parêzerî biçin herêmê.”
Li gorî nûçeya MAyê, Dîlsîzî destnîşan kiriye ku dema ew bûye Serokê Baroyê, li dijî qirkirina jîngehê wan dest bi xebatan kirine û kanayên madenan ên li herêmê ava bûne, ava Çemê Nerdûşê gemarî dike ku bi dehan gund ava xwe ji vir digirin:
“Hevkarên wan ên herêmî hene”
“Li herêma bi sedema ‘ewlehiyê’ daristan tên şewitandin, dar tên jêkirin û ziyanê didin wan. Me dît ku li van deran pêvajoyeke nû daye destpêkirin. Bi vê pêvajoya nû re me tevî Komîsyona xwe ya Hawirdor û Bajarvaniyê xebatên xwe zêdetir kirin.
“Di encama xebatan de me dît ku daristan ne li gorî qanûnan didir hevkarên herêmî. Em pê hesiyan ku vê jî bi sedema ‘ewlehiyê’ dikin. Nahêlin ku em û jîngehparêz biçin li qadê çavdêriyê bikin. Xweza bi rengekî cidî tê qetilkirin.”
“Dema sedem dibe ‘ewlehî’ her kes guhê xwe jê re digire”
Dîlsîzî diyar kiriye ku li dijî qetlîama jîngehê ya li herêmê bêdengiyek heye: “Dema sedem dibe ‘ewlehî’ çav û guhên xwe jê re digirin. Saziyên netewî û navnetewî çawa li Çiyayên Kazan û di talankariyên mîna wê de bertekan didin, em dixwazin li dijî qetlîamên li herêma me pêk tên jî derkevin. Em dixwazin jîngehparêz ji bo vir jî baldar bin û piştgiriyê bidin me. Mixabin heta niha piştgirî nedan.”
"Greenpeace: Ne pisporiya me ye
Baroya Şirnexê ji bo li dijî qirkirina ekolojîk derkevin serî li Greenpeace, Weqfa Parastina Jîngehê (WWF) û Weqfa Parastin û Nasandina Hawirdor û Nirxên Çandî (ÇEKUL) dabû.
Greenpeacê di bersiva xwe ya nivîskî gotibû ku "Ev ne pisporiya me ye". Parêzer Sabrî Çatikkaşî li ser navê Baroyê pirsî bû, "Xwezaya li Behra Spî xweza ye ma gelo xweza ya li Kurdistanê ne xweza ye?" (TY/FD)