Baroya Îzmîrê Komisyona Mafparêziya LGBTI+yan ava kiriye
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê, 16ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) biryar girtiye ku di bin banê Serokatiya Baroyê de Komisyona Mafparêziya LGBTI+yan (Lezbiyen, Gey, Biseksuel, Trans, Înterseks, Plus) bê avakirin.
Cara yekê ye ku komisyonek bi vî awayî tê avakirin.
Komisyon wê lêkolîn û xebatan ji bo xuyakirina mafên LGBTI+yan bike. Her weha ji bo vê jî bernameyan çêbike. Hevkoordînator wê karên komisyonê bi rê ve bibin ku wê her yek ji zayendeke cuda be.
“Armanc ew e ku maf bêhtir bên xuyakirin”
Parêzer Mahmût Şeren, hevkoordînatorê komisyonê derbarê armanca komisyonê de wiha axivî:
“Yek ji hedefên me zêdekirina kapasîteya pîşeyî ya parêzeran e. Lewre ne li fakulteyên hiqûqê ne jî di dema stajeriya parêzeriyê de nêrînek û xebateke heye. Me xwest ku qadekê ava bikin da vê kêmasiyê ji holê rake. Komisyon bi vî awayî derket holê.”
Di komisyonê de nêzîkî 30 parêzer kar dikin. Parêzer Şerenî got destpêkê wê di navbera parêzerên ku endamên komisyonê ne wê xebatên parvekirina zanyariyan çêbibin:
“Karê me yê paşê jî çêkirina bernameyên perwerdeyê yên pîşeyî û konferans in. Dîsa em armanca dikin ku navendeke perwerdeyê ji bo mafparêziya LGBTI+yan ava bikin. Her weha piştî li Îzmîrê ev komisyon aktîv bibe, em ê hewl bidin heman komisyon li baroyên Stenbol û Enqereyê jî bên avakirin.” (SO/EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da