Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Îzmîrê piştî ku li ser daxwaza Fermandariya Giştî ya Cendermeyan biryara qedexe û astengkirina 136 malper û hesabên medyaya civakî daxuyaniyek weşandiye.
Bixwîne - Dadgehê weşana bianetê qedexe kiriye
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji bo azadiya çapemeniyê bi temamî were pêkanîn divê têkoşîn bê kirin. Baroyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Welatê me yek ji wan welatan e ku di mijara azadiya çapemeniyê de xwedî sicîla herî xirab e. Ev qedexeya ku li ser malperên weke bianet û Ethayê û gelek hesabên medyaya civakî, yek ji nîşaneyên wê armancê ye ku wê bihêle welatê me nexwîne, nîqaşan neke û neaxive.
“Dema em vê biryarê bi biryara qedexeyê ya ku hefteya borî ji bo radyo, televizyon û weşanên li ser înternetê tên kirin dinirxînin, em fam dikin ku çapemeniya azad wê ji niha û pê de rastî gelek fişarên mezintir bê.
“Baroya Îzmîrê di zanebûna wî tiştî de ye ku azadiya wergirtin û belavkirinê ya zanyariyan a welatiyan mafekî bingehîn ê mirovan e. Bi vê zanebûnê em ê bi dezgehên çapemeniya azad re tev bi gerin û heta welatê me bibe ew welat ku azadiya çapemeniyê bi temamî hatibe pêk anîn, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.” (RT/FD)