Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Enqerê li ser îdiayên îşkencekirina li Buroya Lêkolîna Sucên Darayî ya Mûdiriyeta Emniyetê ya Enqerê raporek amade kiriye.
Navenda Mafên Parêzeran, Lijneya Girtîgehê û Navenda Mafên Mirovan a Baroyê rapor amade kiriye. Di raporê de îdiayên îşkencekirina kesên desteserkirî hene.
“Bi zora îşkenceyê îfade hatiye îmzekirin”
Di 26ê Gulana 2019an de Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerliogluyî di hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsandibû: “Li Emnîyeta Enqereyê îdiayên îşkenceyê hene”.
Piştî parvekirinê Gergerliogluyî bi çend rojan, hin îdia di çapemeniyê de hatin weşandin ku li ser îdiayên îşkencekirina kesên desteserkirî bû. Li gorî van îdiayan, nêzîkî 100 dîplomatên ku li Wezareta Derve kar dikirin û di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatine ixrackirin, li Buroya Lêpirsîna Sûcên Darayî tên îşkencekirin.
Di nav îdiayan de wiha hatiye gotin:
“Heta ji ser hişê xwe diçin li wan didin, dihêlin ku li kesên îşkenceyê dibînin û tên tacîzkirin temaşe bikin, herî kêm di çar buyeran de îşkenceyen ku dûrî rûmeta mirovayetîye hatine kirin, dîplomatek piştî lêdanê rakirine nexweşxaneyê lê bijîşkan rapor amade nekirine, îşkencekirin hîn didome û bi zora îşkenceyê îfadê hatine îmzekirin”.
Parêzerên Baroya Enqereyê, 27ê Gulanê bi kesên ku li Buroya Lêpirsîna Sûcên Darayî hevdîtin kiribûn û li ser vê rewşê raporek amade kirine. (AS/LA/FD)
* Lezgîn Akanî ev nûçe ji tirkî wergerandiye