Fotograf: Vedat Örüç
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Enqereyê li dijî ‘rêbernameya’ ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê amade kiriye serî li Şûraya Dewletê daye. Emniyetê bi vê ‘rêbernameyê’ re girtina dîmen û dengên di dema çalakiyan û bûyerên civakî de li rojnamegeran û welatiyan qedexe kiribû. Kesên li dijî vê ‘rêbername’ya ku Mehmet Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê îmze kiriya, tevgirebere wê werin cezakirin.
Baroya di daxwaznameya xwe de xala 36an a Destûra Bingehîn bibîr xistiye ku li gorî vê xalê azadiya herkesî heye bi amûr û rêyên rewa li mafê xwe bigere. Her wiha Baroyê gotiye, rêbername dikare bibe sedema delîlên têkildarî Sîstema Edaletê ya Cezayan tunebibin an jî neyên berhevkirin û ev jî encamên vegera wan nebe derxe holê.
Di daxwaznameyê de Baroyê wiha gotiye: “Piştî rêbername hate weşandin di 1ê Gulanê de polîsan tundkariya bêpergal li çalakvanên xwestin biçin Taksîma Stenbolê kir û dema nûçegihanê xwest vê rewşê tomar bike, polîsan jê re behsa rêbernameyê kir û nehişt dîmenan bigire. Ev bûyer mînak e ji bo binpêkirina mafên di demên pêş de.” Baroyê di berdewamiyê de bûyera doza Geogre Floydê polîsan ew li DYAyê kuştibûn bibîr xistiye.
Çi bûbû?
Mehmet Aktaş, Midûrê Giştî yê Emniyetê di 27ê Nîsanê de rêbernameyek weşandibû û gotibû di dema bûyerên civakî û edlî de tomarkirina deng û dîmenan qedexe ye.
Li gorî vê rêbernameyê kesên dîmen û dengên polîsan tomar bikin wê werin astengkirin û karûbarên îdarî ji bo wan were destpêkirin. Her weha rê li ber wî tiştî wê veke ku midaxele li kesên gumanbar bikin.
Midûriyetê gotiye wan biryar bi sedema ku “nependîtiya jiyana taybet binpê dike” daye. (HA/FD)