Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Baroya Enqereyê bi tohmeta ku destwerdana wan 21ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê, di bûyera birîndarbûna zarokên girtî û gardiyanan de heye, giliyê Midûrê Girtîgeha Sîncanê û gardiyanan kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “bûyerên destpêkirina wê û sedema wê baş nayê zanîn” û wiha hatiye gotin:
“Piştî agahiya ku zarokên girtî û gardiyan birîndar bûne ketiye destê me, parêzerên Komisyona Girtîgehê û Navenda Mafên Zarokan yên Baroya me, ji bo bi destxistini zanyariyan çûne girtîgehê lê nehiştine ew bikevin girtîgehê.
“Dema 22yê Kanûna Pêşiyê xwestine biçin zarokan bibînin, rêveberiya girtîgehê dîsa ew asteng kirine û nehiştine zarokan bibînin.
“Ji ber wezîfeya xwe xirab bi cî anî ne, me giliyê midûrê girtîgehê û gardiyanên peywendîdar ku dema bûyer hîna nû bû hevalên me xwestine biçin lêkolînê bikin û mafên zarokan biparêzin, lê hatine astengkirin.”
Çi bûbû?
21ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê li Girtîgeha Zarokan a Sîncana Enqereyê, di navbera zarokên girtî û gardiyanan de alozî derketiye û paşê pevçûn qewimî bû. Lê sedema vê pevçûnê nehatiye zanîn. Di encama bûyerê de heft zarok û 14 gardiyan birîndar bûbûn. Zarokên birîndar li girtîgehê hatibû kirin.