Baroya Dêrsimê ji bo Geliyê Mûnzûrê doz li Wezareta Çedn û Hunerê vekir.
Wezaretê biryar dabû ku Geliyê Mûnzûrê nekeve lîsteya Nirxên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê. Baroyê jî doz vekir ku ew biryara wezaretê were guhertin ku Geliyê Mûnzûrê di lîsteyê de ci bigre.
Geliyê Mûnzûrê bi xweza û taybetiya xwe ve gelek hebûnên ekolojik di nav xwe de dihewîne. Baroya Dêsimê beriya niha serî li Wezareta Çand û Hunerê dabû ku Geliyê Mûnzûrê bikeve Lîsteya Nirxên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê.
Baroyê di daxwaznameya xwe de diyar kiribû ku Geliyê Mûnzûrê 10 krîterên UNESCOyê di nav xwe de dihewîne ku di Lîsteya Nirxên Çanda Dinyayê de were nişandan.
Wezaretê gotiye ‘Bi wezaretên din re têkilî daynin’
Lêbelê Wezareta Çand û Hunerê di bersiva wê daxwaza baroyê de got: “Tê pêşniyarkirin ku Geliyê Mûnzûrê di nav Lîsteyê de cih bigre. Lêbelê ji bo vê yekê muhatap Wezareta Daristan û Avê û Wezareta Bejar û Derdor e.”
Baro: Peywîra parastina cihên ji bo lîsteyê te pêşniyarkirin yê Wezareta Çandê ye
Baroya Dêrsimê jî di doza vekir de diyar kir ku li gorî makeqanûnê parastina cihên taybet, lêkolînkirina cihên xweza peywîra Wezareta Çand û Hunerê ye.
Baroyê destnîşan kir ku Geliyê Mûnzûrê bi taybetiyên ku di nav xwe de dihewîne ve divê were pêşnîyarkirin ku di nav lîsteyê de cih bigre û wan derbarê vê yekê de raporek jî amade kirine.
(NV/YO)