Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî pêkanînên kêfî yên ku zarok di Newroza 21ê Adarê de rûbirû hatin hîştin daxuyaniyek da.
Baroyê têkildarî desteserkirina zarokan ev daxuyanî da:
“Em pêkanînên keyfî û neqanûnî yên zarokên ku di çarçoveya mafê kombûna aştiyane û xwepêşandanê de ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 21.03.2024an li Amedê hat lidarxistin, rastî wan tên qebûl nakin.
“Weke her sal îsal jî zarokên ku bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibûn, bi hinceta van cil û berg û sembolan bi awayekî keyfî hatin desteserkirin.
"Ji zarokên li qadê je 38 bi tohmeta ku “propagandaya rêxistina terorê kirine” hatin desteser kirin ku derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Her weha zarok birin Rêvebiriya Şaxa Zarokan ya Emniyetê. Mijar ji aliyê me ve hat şopandin.”
"Piştî karên tespîtkirina nasnameyan ên li Midûriyeta Şaxa Zarokan hatin kirin, zarokên hatin desteserkirin ji bo di saetên kar de sewqî Dozgeriya Komarî ya Zarokan bên kirin, radestî malbatên wan hatin kirin. (Îfadeya zarokan wê di rojên pêş de bên girtin.”
“Em ji raya giştî re diyar dikin ku desteserkirin û pêkanînên din ên ji ber tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê li dijî zarokan tên kirin, li dijî hiqûqê ne û em ê pêvajoyê bişopînin.”
(AO/AY)