Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku heqaret li serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçiyî kiribû û Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû kiriye hedef, Baroya Amedê giliyê Alîkarê Serokê rêxistina navçeya Buyukçekmeceyê yê Stenbolê Fatîh Zehîrî kiriye.
Baroyê di gilînameya xwe de gotiye ku Zehîrî, fotografê Tanrikûlûyî weşandiye ku di dema merasîma binaxkirina Tahîr Elçiyî de hatiye girtin. Zehîrî di peyama xwe de gotiye, “Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû li cenazeyê berate yê PKKyiyî ye”. Baroyê destnîşan kiriye ku bi vê peyamê Zehîrî li gorî Xala 130î a Qanûna Cezayan a Tirkan “heqaret li bîranîna şexsî” kiriye û divê bê cezakirin.
Piştî bertekan, Zehîrî tweeta xwe jê biribû. (RT/FD)