Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li şûna hevşaredarên Wan, Mêrdîn û Amedê qeyûm hatîn erkdarkirin welatîyan nerazîbûna xwe bi xwenîşandanan eşkere kiribû. Polîsan bi gaza rondikrêj û ava şidandî mûdaxele kiribû.
Baroya Amedê eşkere kiriye ku ew ê gilîya polîsên tûndkarî li welatîn kirî bike.
Baroyê ji bo erdarkirina qeyûman jî eşkere kiriye ku “ne li gor hiqûqê ye û kodateyeka leşkerî ye.”
“Li gor xala 34. ya Qanûna Bingehîn her kes bêyî ku destûrê bixwazin dikarin bêçek û bêyî êrîşan dikarin xwenîşandanan pêk bînin.
“Welatîyan xwestine vî mafên xwe bi kar bînin. Li sê bajaran jî hêzên fermî yên çekdar bê hed û pîvan tûndkarî kirine.”
Baroyê diyar kiriye ku ew ê li dadgehê polîsan gilî bike û bila ew kesên îşkence li wan hatiye kirin serî li baroyê bidin.
(RT/MB)
Wêne: Twitter