Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Amedê bi daxuyaniya nivîskî bersiva vexwendnameya Dadgeha Bilind daye ku ji bo beşdarî merasîma vekirinê ya sala nû ya edlî bibin ji Baroyan re şandiye.
Merasîm wê 2yê Îlonê li avahiya Serokomariyê ya li Beştepeyê bi rê ve biçe.
Bixwîne - Baro wê merasîma vekirinê ya sala nû ya edlî protesto bikin
Daxuyanî bi navê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Amedê hatiye kirin û hatiye gotin ku bila hemû parêzer di 2yê Îlonê de werin Amedê:
“Baroya Amedê, beriya niha pirsgirêkên maf, hiqûq, edalet û mafên mirovan ên welêt di platformên curbecur de bi muhatabên wan re nîqaş kiriye, nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwe bi wêrekî aniye ziman. Ji niha û pê de heke derfet bên dayîn wê bi heman biryardariyê van hewl û xebatên xwe berdewam bike. Lê wê ti carî li ser kursiya guhdaran rûnenê û hewl nede ku ber cubbeyê xwe bigire. Lewre em nûnerên parastina serbixwe ne û em deyndarê hemû gelê xwe ne yê hiqûq û edaletê ne.
“Daraz li ber xwe dide. Rêya rizgariya ji Sendroma Stockholmê rizgar bibin û darazê bikin xwedî rûmet, ne bi nêzîkbûna laşî û bîrayî ya ber bi desthilatdariyê ve ye, heta ji dest bê dûrbûna ji desthilatdariyê ye. Ji ber ku li dijî vê fikra gerdûnî ye, em ê beşdarî merasîma vekirinê ya sala nû ya darazê ya wê li kulliyeya serokomariyê çêbibe, nebin.”
“Em jî ji vir, ji Amedê bang dikin; li Enqereyê dadwer nînin lê li Amedê parêzer hene. Em bang li hemû baroyên li dijî ev sîstema bêhiqûq dikin ku ji bo banga edalet û aştiyê bikin di 2yê Îlonê de werin Amedê, ev erdîngariya qedîm a ti carî bêhiqûqî û bêdadî jê kêm nebûye û li vir Tahîr Elçî Serokê Baroya me lê hate qetilkirin û hê jî failên kuştina wî nehatine dîtin.” (HA/FD)