Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Baroya Stenbolê û ya Îzmîrê biryar daye ku beşdarî merasîma vekirinê ya sala nû ya edlî nebin û protesto bikin. Serokatiya Dadgeha Bilind, merasîmê wê li avahiya Serokomariyê ya li Beştepeyê li dar bixe.
Baroya Îzmîrê di saetên sibehê de daxuyanuyek weşandiye û gotiye ku wan dawetnameya Dadgeha Bilind qebûl nekiriye.
Baroya Stenbolê jî bi heman awayî daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: “Em weke Baroya Stenbolê, ti carî dest ji lêgerîna xwe ya dadê bernedin.”
Baroya Mûglayê jî daxuyaniyek daye û wiha gotiye:
“Merasîm wê li Navenda Çand û Kongreyê ya Serokomariyê çêbibe. Li gel ku di rastiyê de ne wiha be jî ev gav wê bibe sedema avabûn û bicihbûna wê nêrînê ku dada divê serbixwe û bêalî be wê nekaribe serbixwe û bêalî be û wê nikaribe li dijî biryar û karên Serokomariyê bêalî û serbixwe be.”
Baroya Edeneyê jî gotiye, “Ev kiryar wê bibe sedema teşhîrkirina wî tiştî ku dad ne serbixwe û ne bêalî ye. Her weha wê bêbaweriyê li dadê ya di nava hemwelatiyan de zêdetir bike.” (RT/DB)
Fotograf: AA