Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 189em de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
“Zulim li 83 mîlyonan tê kirin”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferît Şenyaşarê ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re, li qada weke "goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar" tê bi nav kirin dest bi nobetê kiriye.
Ferît Şenyaşar li wê derê axiviye û weha gotiye:
"Têkoşîna me ya ji bo edaletê li vir ne tenê çalakiya rûniştinê ye. Dayikek 65 salî heye, 2 zarokên wê û hevjînê wê li ber çavên wê hatin qetilkirin. Dayik li vir tenê edaletê dixwaze. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn, lê dozger bêbandor in. Qanûna serweran li dadgehê tê sepandin. Dozger ji me direvin.”
“ Ev zilm ne tenê li me, li hemû gelên Tirkiyeyê tê kirin. Ev zilm li 83 milyon mirovan tê kirin. Ev dayik êdî bûye dayika her kesî. Dayik her sibe zû tê û li ser vê betonê rûdinê û êvarê diçe malê. Kîjan wijdan, exlaq, ol vê qebûl dike? Êdî tenê şopandina vê zilmê têr nake. Ya ku vê zilmê biqedîne bicihanîna edaletê ye.”
Şenyaşar bal kişandiye ser doza ku li dijî dayika wî bi hinceta "heqaret li Yildizê AKPyî kiriye" hatiye vekirin û gotiye: "Dê di 12ê Çiriya Paşiyê de li ber edliyeyê dîrokek bê nivîsandin. Di 12ê Çiriya Paşiyê de em ê bangî hemû serokên baroyên Tirkiyeyê bikin û ji wan bixwazin ku li vir bin. Ev zilm li her kesî tê kirin. Ev dayik, dayika her kesî ye, ev doz, doza her kesî ye.”
Malbatê li ser hesabên xwe yên medya civakî jî wiha gotiye: “Baroyên li Tirkiyeyê dê li hember vê bêedaletî û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Di danişîna 12ê Çiriya Paşiyê de dê baro berbi Edliyeya Rihayê bimeşin. Parastin wê dawî li vê zilmê bîne. Em bi hêvî ne. Em ê bi ser bikevin, edalet wê bi ser bikeve.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)