Desteserkirina Terkoglû ji aliyê hevkarê wî yê rojnamevan, Bariş Pehlivan ve hat ragihandin. Bariş Terkoglû nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê û bernamegerê Onlar TVyê ye.
Pehlivan diyar kir ku Terkoglu piştî nûçeya wî ya ku duh êvarê (24ê Kanûnê) li Onlar TVyê hatiye weşandin, hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê jî daxuyaniyek da û got, "Li dijî gumanbar Barış Terkoglu li gorî xala 217/a ya Qanûna Cezê ya Tirkan ji ber sûcê 'Agahiyên şaş bi qestî ji raya giştî re belav kiriye' lêpirsîn hatiye destpêkirin û gumanbar li ser fermana me ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Stenbolê ve hatiye desteserkirin."
Parêzerê Terkoglu, Enes Ermaner diyar kiriye ku Barış Terkohlu dê ji bo îfadeyê bibin Edliyeya Çaglayanê.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû jî bertek nîşanî desteserkirina Terkoglû da û xwest bê berdan.
(HA/AY)

