Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Cendirmeyan li navçeya Dalyanê ya Mûglayê Bariş Atayê şanoger vê sibeyê desteser kir û piştî nîvro serbest berda.
Barış Atay hakkında Ankara savcılığında bir soruşturmadan dolayı yakalama kararı çıkarılmış. Konuyla ilgili bilgi almaya çalışıyoruz
— Efkan Bolaç (@efkanbolac) 15 Haziran 2017
Parêzerê Atayî, Efkan Bolaçî diyar kir ku Yûsûf Yerkelê li ber Kana Somayê pehîn li karkeran dabû giliya Atayî kiriye û dozgeriya Enqereyê biryara girtina wî daye.
Bariş Atay
Paşnavê Bariş Atalayî Mengûllûye lê ew bi navê Bariş Atalay tê naskirin. Di sala 1981ê de li Almanyayê hatiye dinê. Wî di sala 2002ê de li rêzefîlmên “Aşk ve Gurur(Evîn û gûrûr)”, “Arka Sıradakiler(yên li rêza paşiyê)” ve “Hayat Devam Ediyor(jiyan berdewam e)” lîst.
Wî di dema Berxwedana Gezîyê de piştgiriya xwenîşandanan kir.
Di sala 2013ê de hêzên ewlehiyê diyar kirin ku têkiliya wî bi koma Hack-kirinê ya bi navê RedHack re heye û ew desteser kir û paşê berda.(HK/MB)