Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lîstikvanê Bariş Atay ji ber peyamên wî li medyaya civakî parvekiribûn polîsan dûhî ew desteser kiribû. Atay şeva dî hatiye berdan.
Piştî ku Atay serbest bû wî li hesabê xwe yê Twîtterê weha nivîsîye:
“Mala hemî dost û hevrêyan ava be. Min careka dî dît ka hevgirî çi qasê girîng e. Siberojên me dê xweş bin.”
Çi bûbû?
Lîstikvanê sînema û şanoyê Bariş Atay vê duhî serê sibê li mala xwe ji hêla polîsan ve hatiye desteserkirin.
Efkan Bolaç parêzerê Atayî aşkere kir ku Tîmên Şûbeya Ewlehiyê yên Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ew desteser kirine û wî birine Midûriyeta Emniyetê. Bolaçî diyar kir ku polîs li mala Atayî negeriya ne.
Li gorî zanyariyên ku Bolaçî dane, polîs destê sibehê çûne mala Atayî û jê re gotine ku, “derbarê tweetekê de biryara desteserkirinê heye”.
Derbarê lêpirsînê de ti agahiyên din nedane Atayî yan jî parêzerê wî.
Ahmet Hakanî di nivîsa xwe de gotibû, “Bêvila wî bifirkînin”
Qunciknivîsê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakkanî duh di nivîsa xwe de li ser Bariş Atayî nivîsandibû.
Hakanî di nivîsa xwe de bang li namzetên serokomariyê Mûharrem Înce û Meral Akşenerê kiribû û gotibû ku “Ji kerema xwe re bêvila vî zilamî bifirkînin”.
“Ev zilam, çawa dikare nûnertiya vê hişmendiyê bike! Çi tiştê ku heta niha me gazind jê dikir, yên em ji ber wê qaq û amana me ji ber tunebû, çi tiştê ku me digot êdî bila “biqede”… Hemû bar kiriye û derdikeve pêşberî em! Ev zilam... Nûnerê kesên ku li du tolhildanê ye, yên şer dixwazin, xewn û xeyalên bêaramî û tevliheviyê ye! Helbet weke kesayet ti nirxeke wî nîne. Lê di kesayeta wî de divê bêvila vê hişmendiya hov bê firkandin!”.
Nivîs duh hatibû weşandin û Atay vê sibê hatiye desteserkirin.
Atayî bi rêya parêzerê xwe gotiye ku “Fermana Ahmet Hakanî gihiştiye ciyê xwe”.
Bertek nîşanî “lêborîna” ji bo Somayê dabû
Şêwirmendê Serokwezîrê demê Yûsûf Yerkel 4 sal berê dema bûyera ku li qanaya Somayê pêk hatibû pehîn li karkerekî kanayê dabû û dîmenên vê bûyerê li ser medyaya berbelav û medyaya civakî hatibû belavkirin. Ev bûyer bûbû sedema gelek nerazîbûnan.
Yerkelî di 4emîn salvegera bûyera Somayê de li ser medyaya civakî gotibû ku “Ez lêborîna xwe dixwazim. Piştî bûyerê ez li Erdal Kocabiyikî geriyam û min lêporîna xwe jê xwestibû û min jê xwestibû ku heqê xwe li min helal bike. Wê jî helal kiribû.”
Barış Atayî li ser vê peyama Yerkelî nivîsandibû, “Hûnê hemû bi giryan lêborînê bixwazin. Dema ku ew roj hat, kesên ku efû dikin, li ber bikevin, dest ji dadgehkirinê berdin, ji bîr nakin!” (AS/MB)