Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Barana xurt bandoreke mezin li rojavayê Behra Reş kiriye. Her weha baranê bandor li Marmara, Ege, Behra Spî û Anatolyaya Navîn jî kiriye.
Saziya Meteorolojiyê aşkere kiriye ku wê îro jî rewş xeter be û li rojavayê Behra Reş (Bartin, Zongûldak, Karabuk, Kastamonû, Duzce, Sînop), Samsûn û Ordûyê brûsk vedin û baraneke xurt bibare.
Her weha ji welatiyan xwestiye ku ji bo lehî, hezaz, brûk û pirsgirêkên di çûn û hatinê de derkevin, baldar bin.
Duh ji ber barana xurt li çendîn bajaran ziyaneke mezin bûye.
Ji ber baranê di rêya navbera Kastamonû û Şenpazarê de pirek hilweşiyaye. Ji ber wê rê, ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
Ji ber ava çemê li Alapliya navçeya Zongûldakê di ser re çûye, av ketiye nava hin kargeh û malan.
Ji ber barana zêde çemê li Kocaeliyê, navçeya Sakaryayê di ser re çûye û av ketiye nava hin malan.
Li Kaynaşliyê, navçeya Duzceyê operatorê kepçeyekê ber bi avê ve ketiye û winda bûye.
Li Bartinê sê roj in baraneke xurt dibare. Ava çemê di nava bajêr de diçe, bilind bûye û ketiya nava hin kargeh û malan.
Li Bolûyê ev du roj in baran dibare, duh bi şev xurtir bariyaye. Av ketiye nava bazareke kirîn û firotinê. Her weha hin mal û kargeh jî di nava avê de mane. (TY/FD)