Baran Bozyelê strana bi navê “Ay lê gulê” stra ku bi Mihemed Şêxoyî navdar e. Bozyelê stran bi rengekî nû şîrove kiriye. Emerê Lalê ango Rêncberî gotinên stranê nivîsîne. Stran weke straneke klasik tê nasîn ku behsa hesreta welêt dike û motîfên evîndariyê tê de hene.
Kom Muzîkê sîngle “Ay lê gulê” çap kiriye. Ozgur Ozkan Meteyî aranjoriya stranê kiriye.
Derbarê Baran Bozyelê de
Baran Bozyel li bajarokê Karakoçana Elazîzê ji dayik bû û rêwitiya wê ya hunerî di sala 2010an de dest pê kir. Bozyel beşdarî atolye û perwerdeyên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bû. Piştî tomarkirina hin berheman ku mirov dikare bibêje ne di asteke profesyonel de ne, di sala 2016an de albûma xwe ya yekem a bi navê "Şewq" derxist. Ji albûma xwe ya Şewqê pê ve, hunermend Bozyelê xebatên xwe yên single-an berdewam kirin û albûmeke wê ya bi navê Çûka Reş jî heye. (FD)