Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bankeya Veberhênaniyê ya Ewropayê, piştî biryara mueyideyên Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar standiye ku heta dawiya salê krediyê nede projeyên têkildarî hikûmeta Tirkiyeyê. Herî zêde vê bankeyê kredî dida Tirkiyeyê.
Yekîtiya Ewropayê, xebatên Tirkiyeyê yên lêgerîn gaza xwezayî yên li peravên Qibrisê “dijyasayî” dinirxîne û ji bo Tirkiyeyê biryara hin mueyideyan standibû.
Di sala 2019ê de kredî nedane Tirkiyeyê
Berdevkekî bankeyê ji Reutersê re axivî ye û wiha gotiye:
“Bankeya Veberhênaniyê ya Ewropayê weke bankeya Yekîtiya Ewropayê wê li gorî pêşniyarên Konseyê (Konseya Ewropayê) tevbigere. Wê heta dawiya salê krediyê nede Tirkiyeyê”.
Bankeyê di sê salên dawiyê de her sal di navbera 400 milyon euro û 2,2 milyar euro kredî dida Tirkiyeyê. Lê di sala 2019ê de ti kredî nedaye.
Reutersê diyar kiriye ku ev biryar wê bandorê li projeyên sektora taybet neke û heke wezîrên fînansê yên YEyê pesend bikin, heta dawiya salê wê 390 milyor dolar kredî bişînin.
Berdevkê bankeyê destnîşan kiriye ku nirxandina stratejîk ya stratejiya nedana krediyê wê dawiya salê bê nirxandin. (EMK/FD)
Çavkanî: BBC