Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Polîtîkaya Pere ya Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) rêjeya faîzê aşkere kiriye.
Lijneya Polîtîkaya Pere rêjeya faîza polîtikayê ji sedî 15î bo sedî 17,50an bilind kiriye.
Endamên Lijneya Polîtîkaya Pere, Seroka TCMBê Hafîze Gaye Erkan, Taha Çakmak, Mustafa Duman, Elîf Haykir Hobikoglu û Emrah Şener tevlî civîna biryarê bûne.
Li gorî biryarê rêjeya faîza polîtikayê 2,5 puan zêde bûye û rêjeya faîzê derxistine ji sedî 17,50î.
(VC/AY)