Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Polîtîkayên Pereyan ya Banka Navendî, îro kom bûye û biryar daye ku faîz dê bê daxistin. Piştî vê biryarê bankê faîz ji sedî 24ê daxistiye ji sedî 19,75ê.
Lijne bi serokatîya Murat Uysalî kom bûye.
Banka navendî daxuyandiye ku "di van demên paşiyê de pêvajoya aborîyê ber bi başbûnê ve diçe."
Bankê eşkere kiriye ku "li hemberî mezinbûna ekonomîya dinyayê ekonomîya Tirkiyeyê lawaz bûye lê bi reqabeta navneteweyî îxracata Tirkiyeyê zêde bûye."
Di daxuyanîyê de hatiye eşkerekirin ku di dawiya salê de enflasyon dê ji rêjeya tê texmînkirin kêmtir bibe.
14ê Îlonê faîz hatibû zêdekirin
Sala 2018ê ji ber ku qedrê TL (Lîreyê Tirkan) kêm bûbû, Banka Navendî faîz ji 9,25ê kiribû 16,50
(HA/MB)