Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Polîtîkaya Pereyan a Banda Navendî careke din rêjeya faîzê 100 poînt kêm kiriye. Beriya vê biryarê faîza rojane ji sedî 15 bû. Piştî vê biryarê faîz daketiye ji sedî 14ê.
Bunun üzerine sabah saatlerinde 15,28'e çıkarak rekor kıran dolar kuru faiz kararı öncesinde 15,11 seviyesinden işlem görürken 15,61'e kadar çıkarak yeni bir rekor kırdı. 14.35 itibariyle de 15,36'dan işlem görüyor.
Nirxê Dolarê Amerîkî bi vê biryarê re li beramberî Lîreyê Tirkan zêde bûye. Dolarekî Amerîkî heta vê biryarê beramberî 15,28 Lîreyên Tirkan bû lê piştî vê biryarê bûye 15,61 Lîreyî. Heta saet 14.35 deqîqeyan Dolarekî Amerîkî bi 15,36 Lîreyên Tirkan dihate firotin.
Banka Navendî heta niha çendîn carên din faîz kêm kiriye
Ji 6ê Tîrmeha 2019an roja Mûrat Çetînkaya ji wezîfeyê hate girtin heta roja Mûrat Ûysal hate wezîfedarkirin
Di Tîrmeha 2019an de ji sedî 24an dakete ji sedî 19,75an
Di Îlona 2019an de ji sedî 19,75an dakete ji sedî 16,50yî
Di Çiriya Pêşiyê ya 2019an de ji sedî 16,50yî dakete ji sedî 14an
Di Kanûna Pêşiyê ya 2019an de ji sedî 14an dakete ji sedî 12an
Di Kanûna Paşiyê ya 2020an de ji sedî 12an dakete ji sedî 11,25an
Di Sibata 2020an de ji sedî 11,25an dakete ji sedî 10,75an
Di Adara 2020an de ji sedî 10,75an dakete ji sedî 9,75an
Di Nîsana 2020an de ji sedî 9,75an dakete ji sedî 8,75an
Di Gulana 2020an de ji sedî 8,75an dakete ji sedî 8,25an
Di Îlona 2020an de ji sedî 8,25an derkete ji sedî 10,25an
Di Çiriya Pêşiyê ya 2020an de ji sedî 10,25an derkete ji sedî 15an
Ji 7ê Çiriya Paşiyê ya 2020an roja Mûrat Ûysal ji wezîfeyê hate girtin heta roja Nacî Agbal hate wezîfedarkirin
Di Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji sedî 15an derkete ji sedî 17an
Di Adara 2021an de ji sedî 17an derkete ji sedî 19an
Ji 20ê Adara 2021ê roja Nacî Agbal ji wezîfeyê hate girtin heta roja Şahap Kavcioglû hate wezîfedarkirin
Di Îlona 2021an de ji sedî 19an dakete ji sedî 18an
Di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de ji sedî 18an dakete ji sedî 16an
Di Çiriya Paşiyê ya 2021an de ji sedî 16an dakete ji sedî 15an
*Di navberan de rêjeya faîzê neguheriye.
(HA/FD)