Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne.
Navenda rêxistina ‘Save The Children’(Zarokan Biparêzin) li Brîtanyayê ye.
Rêxistinê dîyar kir alîkariya ji bo zarokên penaber, xwendina wan û başkirina jiyana wan beşek ji berpirsiyarîyên hemî dewlet û rêxistinên navneteweyî ye.
Saziyê dîyar kir dive ti zarok ji mehekê zêdetir ji xwendingehên xwe dûr nekevin. Lê digel vê yekê jî ji 4ê 1ê zarokan dikarin biçin dibistanan.
Rêxistinê daye zanîn ku heke zarok bi halê xwe ve bêne hiştin ew ê bibe sebebê nifşekê winda bûyî.
UNICEF: Alîkarî kêm in.
UNICEFê li rapora xwe ya li meha Adara 2016ê hatî eşkerekirin daye zanîn ku li dema şerê navxweyî 3.7 milyon zarok li Sûriyeyê hatine dinyayê. 306 hezar zarokên ji Sûriyeyê li penaberiyê hatine dinyayê.
Li gor UNICEFê 8,4 milyon zarok li Tirkiyeyê hene û ew hewceyî alîkariya mirovî ne.
Li şerê Sûriyeyê yê 5 salan dom kirî, 6 hezar dibistan bûne kavil.
Rêxistinê li meha Gulanê bi raporekê dabû eşkerekirin ku li heremên qeyranên mirovatiyê lê heyî 75 milyon zarok ji bo bixwînin hewceyî piştgiriyê ne. (YY/MB)