Ban Theatre ji bo lîstika xwe ya bi navê "Qesra Balindeyên Xemgîn" li Festîvala Şanoyê ya Amedê pêşkêş bike, ji Almanyayê hate Tirkiyeyê.
Ban Theatre di sala 2019ê de ava bûye. Alan Ciwan û Huseyîn Ûmaysiz, tevî Hêja Netirkê vê koma şanoyê ava kiriye. Di heman salê de wan dest bi amadekariya lîstika bi navê "Qesra Balindeyên Xemgîn" kiriye ku ji ber romana Bextiyar Eliyî ve hatiye girtin.
Di sala 2020ê de li Belçîkayê pêşkêş kirin û heman salê li Almanyayê promiyera wê kirin. Niha jî bi heman lîstikê wê roja 21ê Çiriya Pêşiyê, beşdarî Festîvala Şanoyê ya Amedê bibin û paşê jî wê li Êlih, Wan, Enqere, Îzmîr û herî dawî jî li Stenbolê lîstika xwe pêşkêş bikin.
Ban ango serê xanî. Navê koma şanoyê ji vir tê. Li gorî gotina ekîba Ban Theatre, koma wan ji bo bi rê û rêbazên şanoya hevdem a ewropiyan, lê bi zimanê kurdî û bi awira polîtîk a hunerî a kurdî, şanoyê bike, hatiye ba hev. Alan Ciwan piştî bi salan li Tirkiyeyê bi karê şanoyê re mijûl bû, koçî Ewropayê kir û li wir kar û barên xwe yên şanogeriyê berdewam kir. Huseyîn Ûmaysiz, li Tirkiyeyê di kar û barên Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girtiye û nêzîkî 30 sal in bi karê şanoyê re mijûl e. Li Belçîkayê komeke wî ya şanoyê ya bi navê Theatre Antr'act heye. Bi avakirina şanoyê re wan dest bi amadekirina lîstika "Qesra Balindeyên Xemgîn" kiriye ku ji ber romana Bextiyar Eliyî ya bi heman navî, wergirtiye.
"Çi ye tiştê me dike em?" Çîroka performansa "Qesra Balindeyên Xemgîn" ji romana bi heman navî a Bextiyar Elî hatiye wergirtin. Kitêb 22 salên Kurdistana Başûr, bi zimanê balindeyan, koç û şer û bêhnê, bi evîn û muzîkê vedibêje. Performans şopên şêweyên vebêjiya kurdî û bedewiya zimên dişopîne. Hewl dide hawên Performer (vebêj) dest bi rêwitiyekê dikin di gêrînekên laşên xwe de, da bêhtir vebêjin û bêhtir tê bighîjin. Zorê didin sînorên bîra laşên xwe. Lîstik di nav bêhn, deng, reng û stranan de, di kûrahiya beden de li xwe digere. Bê tirs ji xwe dipirse; Çi ye tiştê me dike em? |
"Hesta Koçkirinê"
Alan Ciwanê ku tevî Huseyîn Ûmaysizî adaptasyona lîstikê kiriye bi van gotinan vegot bê ka wan çima bi lîstika "Qesra Balindeyên Xemgîn" dest bi kar û barên Ban Theatre kir:
"Qesra Balindeyên Xemgîn yek ji romanên herî qewî bû ku bandor li ser min kir. Piştî ku ez çûm Almanyayê jî, min xwe weke balindeyekî dît. Weke balindeyek ji wan balindeyên xemgîn ku piştî koçekê digihêjin cihekî û êdî ne aidê wêderê ne. Ez jî yek ji wan balindeyan bûm. Huseyîn jî yek ji wan balindeyan e û Hêja jî yek ji wan balindeyan e. Dû re ev hesta koçê, guherîna di dema koçê de, neguherîna di dema koçê de, ango em ji romanê mînakekê bidin, guherîna bêhna însana, an jî neguherîna bêhna însana çi ye, çawa ye, wê romanê ew hest li min peyda kirin.
"Min vê nêrîna xwe pêşniyarî Huseyîn kir û li xoşa wî jî çû. Bi wî avayî me dest pê kir. Min û Huseyîn me adaptasyona wê bi hev re kir. Di sala 2020an de me work in progres li Belçikayê pêşkêş kir. Di sala 2021ê de me li Almanyayê promiyera wê kir. Di promiyera wê de Bextiyar Elî jî li wêderê bû. Li wê derê yek ji şanoyên herî mezin, bi navê Monty Theatre wek rezidans da me. Me bi wê rezidansê lîstikeke kurdî yekem car di platformeke ewqas profesyonel de prömiyera xwe kir. Dû re jî li Berlînê, li Essenê me lîst. Vê gavê jî weke tûrneyekê em dixwazin li xwe vegerin. Vê koça xwe yan jî vê hesta xwe ya ku em vêga dijîn, em dixwazin bi însanan re parve bikin."
Alan Ciwanî behsa şert û mercên şanogeriya kurdî ya li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê, helwesta temaşevanan li beramberî şanoyan jî kir û ev tişt dan ber hev. Ciwanî diyar kir ku wî li Tirkiye û Kurdistanê wî weke karekî profesyonel nikarîbû pişta xwe bida şanoyê û debara xwe bi vî karî bikira. Lê li Ewropayê sîstem bi vî rengî saz bûye û şert û mercên baştir ji bo şanogeran heye.
Huseyîn Ûmaysiz: Em dixwazin şertên profesyonel ji bo şanogeran çêbikin
Derbarê vê danberhevdanê de Huseyîn Ûmaysizî jî behsa şert û mercan kir. Li gorî Ûmaysizî gelek hunermendên kurd hene ku dixwazin kar bikin lê ji ber şert û mercan derfetên wan nînin:
"Gelek hunermendên kurd hene. Lê şert û mercên wan ên ku bi rengekî profesyonel lê kar bikin nînin. Yek ji fikrên avakirina Ban Theatre, çêkirina şert û mercên xebata profesyonel bû. Ji bo lîstikvanan, koreografan, nivîskaran hate avakirin. Me ne, ji bo xwe tenê ava kir. Gelek lîstikvanên baş hene. Lê ji bo karên xwe bikin, di sînemaya almanan de, di şanoya wan de neçar in kar bikin. Neçar in di produksiyonên li wir ên dansê de cih bigirin. Dixwazin di projeyeke derbarê kurdan de cih bigirin lê şert û merc nînin. Ji bo jiyana xwe dewam bikin, ji hêla artîstîk tiştekî bikin, bi almanan re, bi belçikiyan re, bi frensiyan re neçar in kar bikin. Ger em van şert û mercan zêdetir bikin, em bi vî rengî lê binêrin, dibe em bikaribin bi wan re kar bikin û tecrûbeyên wan ji hêla artîstîk ve, ji hêla hunerî ve, bi zimanê xwe, bi nêrîna xwe veguherînin tiştekî. Ya duyem jî, ew jî girîng e, em biçin kî derê cîhanê jî weke ku em neçûne wir. Em diçin Awistiralyayê, dema em dixwazin çîrokekê binivîsin, mînak em mêrdînî bin, weke ku em hîna li mêrdînê dijîn, em çîrokên xwe dinivîsin. Lê divê em û vê pêvajoyê li hev bên. Ez nabêjim em qebûl bikin. Bi tenê ez behsa lihevhatinê dikim. Ger tu li almanyayê şanoyê dikî, divê berî her tiştî tu qebûl bikî ku tu li wir dijî. Û ji vir ve li jiyana xwe binêrin. Ne ku nasnameyê red bike, lê bi rengekî rast, ji nasnameya xwe fam bikî û wê bipêş bixî."
"Hêja Netirk ji ber sedemên siyasî nikare were"
Di lîstika "Qesra Balindeyên Xemgîn" de li gel Alan Ciwanî, Hêja Netirk dilîze. Lê ji ber sedemên siyasî, Hêja Netirk nekare were Tirkiyeyê. Ekîbê li şûna Hêja Netirkê, lîstikvaneke din di lîstikê de bicih kiriye. Xezal Redkanî li şûna Hêja Netirkê wê di dema tûrneyê de tevî Alan Ciwanî di lîstikê de bilîze. Redkaniyê beriya niha di hin fîlmên sînemayê de lîstiye û ji Berfîn Zenderlioglûyê dersa şanoyê wergirtiye, lê ev lîstika şanoyê ya wê yekem e. Redkaniyê diyar kir pêşiyê hinekî zehmet xuya dikir, lê piştî li danasîna lîstikê temaşe kiriye û roman xwendiye, pê zor nehatiye.
Ban Theatre piştî "Qesra Balindeyên Xemgîn" niha amadekariyê ji bo lîstikeke din dike. Ev jî li ser "Şahmaranê" ye. Ekîp wê çîroka mîtolojîk ya "Şahmaranê" bi formeke cida, weke performanseke devkî ji bo ser dikê amade bike.
Her weha ew dixwazin bi her lîsteke nû ji Ewropayê berê xwe bidin Tirkiye û Kurdistanê û bi şanoger û komên şanoyê yên kurdan re kar bikin. (FD)