Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Balyozxaneyên Amerîkayê û Îranê yên li Tirkiyeyê îro biryar dan ku kar nekin.
Şeva dî balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê, Andrey Karlov hat kuştin vê sibeyê jî kesekê li ber deriyê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqreyê fîşek berdan.
Ew kesê li ber deriyê Balyozxaneya Amerîkayê fîşek berdayî gotiyê : “Ez sondê bi navê Xwedê dixwim, bi me neleyîzin.”
Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Tiwîtterê ev agahî belav kiriye.
US Embassy in Ankara and Consulates Istanbul and Adana closed for normal operations today. Visa appointments will be rescheduled.
— US Embassy Turkey (@USEmbassyTurkey) 20 Aralık 2016
“Balyozxaneyên DYAyê yên li Enqere, Edene û stenbolê dê îro girtî bin û randevûya vîzeyan dê ji nû ve bê dayin.”
Îranê welatiyên xwe hişyar kirin
Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê jî da zanîn ku balkyozxaneyên wan ên li Enqere, Stenbol, Trabzon û Erzirûmê îro girtî ne.
Di peyamê de hat dîyarkirin ku Îran dixwaze “hemî welatî xwe ji wan deran vedin” (AS/MB)