Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) xebatên xwe yên li ser lîsteya namzetiyê ya hilbijartinên parlamenteriyê ya wê di 24ê Hezîranê de çêbibe qedandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) YSKyê biryar girtiye ku Abdullah Gungen namzetê HDPyê yê Şirnexê wê nikaribe bibe namzet. YSKyê ji ber ku Gungenî nekarîbû îadekirina mafên yasayî werbigre ev biryar standiye.
6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû Gungenî û ev ceza 27ê Adarê sala 2014ê hatibû erêkirin.
Gungen: Biryareke siyasî ye
Piştî ku biryar gihişte HDPyê, Gungenî ji bo îadekirina mafên xwe serî lê da. Lê ji ber ku dadgehê ev maf nedane wî, Gungen nekarîbû di lîsteyê de cî bigire.
Gungenî derbarê biryarê de axiviye û gotiye; “Ev ne li gorî hiqûqê ye. Li ciyekî weke Şirnexê vetokirina namzetekî di rêza yekê de, tê wateya biryara siyasî”.
Cezayê Idrîs Balûkenî hatiye erêkirin
Parlamenterê HDPyê yê amedê Idrîs Balûken di lîsteya ku 21ê Gulanê hatibû aşkerekirin de, li Êlihê weke namzetê rêza yekê hatibû aşkerekirin. Lê 23ê Gulanê dadgehê 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê yê Balûkenî erê kiribû.
Ji ber vê rewşê Balûken wê nekaribe bibe namzet.
Hat diyarkirin ku wê li şûna Balûkenî kesekî din bibe namzet. (TP/FD)