Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Îdrîs Baluken derbarê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û serdegirtina li ser avahiya şaredariyê de li meclisê civîna çapemeniyê lidar xist.
Parlementerên HDPê Ayhan Bilgen, Filiz Kerestecioglu, Kadri Yildirim, Mahmut Togrul, Mehmet Adiyaman, Meral Daaniş Beştaş û Mithat Sancar jî beşdarê civîna çapemeniyê bûn.
Axavtina Baluken bi vî rengî ye:
“Êrişa li dijî îradeya gelê Kurd”
Baluken daxuyakirin, ku duh dema Komîsyona Darbeyê li Kişanak guhdarî dikir, Serokê Komîsyonê Reşat Petek bi provokasyonê û bi rengekî gemarî êrîşî Kişanak kiriye û anî ziman, piştî ku Petek wê îxbarê polîs û Qesrê, ev operasyon jî dest pê kiriye.
Baluken destnîşan kir, êrişa duh a binçavkirinê li dijî vîna siyasî, rûmet, nasname û hebûna gelê Kurd hatiye kirin û got: "Êrîşên bi sedan salan li dijî nirxên vî gelî tên kirin çi bin, êrîşa duh jî heman tişt e."
“Hiqûqa mêtîngeriyê”
Îdrîs Baluken wiha got: “Lê belê li pêşberî me feraseteke mêtînger heye. Faşîzma Qesrê ya mêtînger heye. Li gorî hiqûqa mêtîngeriyê tevdigere. Lê belê gelê Kurd heta roja îro timî xwedî li vîna xwe derketiye.
“Niha jî dixwazin êrîşên xwe derxînin qonaxeke din. Ne tenê li hundir, hewl didin ji Efrînê heta Mûsilê li her devera Kurd lê dijîn bi rengekî mêtîngerî êrîş bikin. Ev hemû êrîş hatin pûçkirin, planên wan yek bi yek hatin têk birin. Planên mêtîngeriyê çiqasî têk diçe, hîn bêhtir êrîşî HDPê û siyaseta demokratîk dikin."
“Berxwedana bênavber”
Baluken, da zanîn ku AKP û qesr dixwaze xwe li ser xwînê bide jiyandin û li ser hêrs û xwînê hesabê Serokdewletiyê dide û ji ber vê yekê êrîşî vîna gelê kurd dike.
Baluken, herî dawî destnîşan kir ku ew dê bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên şer û tunekirinê pûç bikin û têkoşînag el dê bi ser bikeve. Baluken, bilêv kir ku dê bi hevre li dijî van êrîşan heta dawî di ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.
(BK/YO)