Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora xwe ya derbarê karkerên di çêkirina Balafirxaneya 3yem de kar dikin bi raya giştî re par ve kiriye.
HDPyê di destpêka raporê de balafirxane bi van gotinan nirxandiye: “Prototîpeke şantiyeyên kedxwariyê ya veguhestiye kampên civandinê yên AKPyê.”
Di raporê de her weha behsa wan karkeran hatiye kirin ku piştî grev û çalakiyên li dijî şertên karî de polîsan operasyon biribûn ser wan û hatibûn girtin.
Dilşat Canbaz, Mûrat Çepnî, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, Kemal Pekoz û Ridvan Tûran, parlamenterên HDPyê li parlamentoyê bi civîneke çapemeniyê rapor aşkere kirine.
Herî kêm 37 karker mirine
HDPyê di raporê de behsa bandora Balafirxaneya 3yem a li ser jîngehê kiriye û Balafirxane bi gotina “karesateke ekolojîk û ekonomîk” nirxandiye. Her weha hatiye diyarkirin ku ji roja dest bi çêkirina Balafirxaneyê hatiye kirin û heta roja me mafên bingehîn ên karkeran bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.
Li gorî raporê heta niha herî kêm 37 karker di dema karî de mirine.
“Bila karkerên girtî bên berdan”
HDPyê bang kiriye û xwestiye ku “karkerên girtî bên berdan, daxwazên karkeran bên qebûlkirin, angarya, mobbing, kiryarên xirab divê bidawî bibin, ewlehî û misogeriya karî divê bên dabînkirin, lêpirsîn li karbidestên bacê nadin û wezîfedarên dewletê yên ji kontrolê bepirsiyar in bê vekirin.” (TP/FD)