Fotograf: Rûdaw
Balafirên şer ên Tirkiyeyê, duh bi şev (14ê Hezîranê) Mexmûr, Şengal û Qendîl bi awayekê hemwext bombebaran kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama bombebaranê de birîndar çêbûne.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku bombebaran nêzîkî 40 deqîqeyan berdewam kiriye û geşta asmanî ya balafiran bi seatan berdewam kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansê, li Şengalê di encama bombebaranê de sivîl birîndar bûne. Rojnameger Îbrahîm Êzidî ji Stêrk TV re destnîşan kiriye ku li herêma Serdeştê di êrişê de sivîl birîndar bûne û nexweşxaneyek jî hatiye bombebarankirin. Di heman nûçeyê de hatiye gotin, kampeke ku Şengaliyên piştî êrişa DAIŞê ya 2014an lê bi cih bibûn jî, hatiye bombebarankirin.
Heman nûçe ew agahî belav kiriye ku li gel Mexmûr û Şengalê, di heman demê de gelek qadên Qendîlê yên weke Çiyayê Direbî, Kozînê, Balayan û Çiyayê Nasir jî hatine bombekirin.
Rûdaw: 3 şervanên YBŞyê birîndar bûne
Li gorî nûçeya Rûdawê, Tirkiyeyê zêdetirî 20 caran Çiyayê Şingalê bombebaran kiriye.
Tehsîn Qasim, Nûçegîhanê Rûdawê diyar kiriye ku Tirkiyeyê her weha zêdetirî 10 mûşek avêtine Çiyayê Çil Mêran.
Nûçegîhanê Rûdawê gotiye ku li Şengalê 3 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) birîndar bûne.
"Li Mexmûrê zirarên canî çênebûne"
Bedran Piranî, Hevserokê Şaredariya Kampa Mexmûrê, derbarê êrişa li ser wê kampê de axiviye û gotiye, “Şeva bihorî Kampa Mexmûr derdora saet 12:02 deqeyan hat bomebarankirin û heta saet 01:00 an 01:10 deqeyan bombebaran berdewam bû.”
Bedran Pîraniyî gotiye, balafirên Tirkiyê rojhilatê kampa Mexmûrê bombebaran kirin û wiha dewam kiriye: “Ziyanên maddî hene, lê ti zirarên canî çênebûne.”
Wezareta Berevaniyê. 81 hedef hatine tunekirin
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezareta Berevaniya Netewî ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye ku wan li dijî 81 sitargeh, şikeft û hêwirgehên li Şengal, Qaracax, Qendîl, Zap, Avaşîn Basyan û Xakurkê bombebaran pêk anîne.
Iraq: "Êrîşeke provokatîv e"
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê weke yekemîn aliyê fermî yê Iraqê li hember operasyona şeva bihorî ya Tirkiyeyê bertek nîşan daye. Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, binpêkirina sînorê esmanî yê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve şermezar kiriye û gotiye, “Divê ew binpêkarin bêne rawestandin.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, balafirên Tirkiyeyê kampa penaberan li nêzîkî Mexmûrê û Şingal kirine armanc.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê vê êrîşa Tirkiyê weke binpêkirina esmanê Iraqê bi nav kiriye û diyar kiriye ku, ew yek “binpêkirineke aşkere ya serweriya Iraqê ye” û “êrişeke provokatîv” e. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê, Rûdaw, Ajansa Anadolûyê