Artêşa Îsraîlê êrîşên asmanî li dijî Sana, paytexta Yemenê, pêk anî.
Li gorî televîzyona El-Mesîre ku ya Tevgera Ensarullah( Hûsiyan) e, balafirên şer ên Îsraîlê li Sanayê gelek cih bombebaran kirin.
Êrîş di dema ku serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelîk El-Hûsî di weşana zindî de daxuyanî dida hat kirin.
استهدف أحياء صنعاء القديمة.
— أنيس منصور (@anesmansory) September 25, 2025
بيوت مدنية أثناء كان الأطفال يلعبون بنفس زقاق الحي pic.twitter.com/1uAwvDguJg
Her weha artêşa Îsraîlê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku wan li dijî navendên leşkerî yên Hûsiyan "êrîşeke mezin" pêk aniye.
Gelek balafiran di êrişê de cih girtine û di êrişan de tê îdiakirin ku navenda kontrolê ya Fermandariya Giştî ya Hûsiyan jî bûye hedef.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Katz diyar kir ku wan li Sanayê "gelek hedefên Hûsiyan" bombebaran kirin û îdia kir ku wan gelek balafirên bêmirov (İHA) û depoyên çekan ji holê rakirine.

Hûsiyan hîn li ser qurbaniyên êrîşan ti daxuyaniyek nedaye.
Hûsiyan duh bi dronên tijî teqemenî êrîşî bajarê Eylatê ku li başûrê Îsraîlê ye kirin û herî kêm 20 kes birîndar bûbûn.
(VC/AY)
