Şeva borî, Îsraîlê ragihandiye ku berevaniya wê ya esmanî ku bi navê Quba Hesinî tê nasîn rê li du rokêtan girt û pişt re got ku rokêta sêyem jî hate xistin.
Li gor nûçeyeka Dengê Amerîkayê Îsraîlê şeva dî li bingehên Hamasê yên li Filistînê daye.
Ti gurûpên Filestînî berpirsiyariya avêtina rokêtan ranegihand. Artêşa Îsraîlê got Hemas berpirse li dor her êrîşekê ji aliyê Gaza ve.
Serkirdeyên Hemas û Jîhad a Îslamî li Qahîrayê ne ji bo gotûbêjên agirbestekê ku dorpêçkirina abûrî hinekî li Gaza sivik bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di kombûna hikûmetê ya heftane de got ewê ti gavan ber bi agirbestê de neavêjin, eger avêtina rokêtan berdewam be.
(MB)
*Çavkanî: Dengê Amerîkayê (VOA Kurdish), Aljazeera English
Wêne: Arşîva AAyê