Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêveberiya Iraqê ya navendî piştî ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê lidar xistibû bang li welatên cîhanê kiribû ku ambargoya seferên balafiran dînin ser Hewlêr û Silêmaniyê. Li ser vê bangewaziyê, Tirkiye, Mirnişînên Erebî yên Yekbûyî, Libnan û Misrê biryar girtin ku ambargoya seferan dînin ser Herêma Kurdistana Iraqê.
FlyDubai şîrketa balafiran a Mirnişînên Erebî ji Associated Pressê re aşkere kir ku roja înê wê seferên herî dawî pêk bên û ji roja şemiyê û pê de êdî balafirên wan naçin Hewlêr û Silêmaniyê.
EgyptAir şîrketa balafiran a netewî ya Misrê jî aşkere kir ku wê seferên xwe roja înê bidin sekinandin. EgyptAirê di hefteyê de sê sefer ber bi Hewlêrê ve lidar dixist.
MEA şîrketa balafiran a Libnanê roja înê seferên xwe dide sekinandin.
Tirkiyeyê jî seferên xwe sekinand
Serkonsolosiya Tirkiyeyê li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku seferên balafiran ên ji Tirkiyeyê ber bi Hewlêr û Silêmaniyê, her wiha ji Hewlêr û Silêmaniyê ber bi Tirkiyeyê ve wê roja înê saet di 18.00ê de bên sekinandin. Biryar ji bo şîrketên THY, Atlas Global û Pegasûsê derbas dibe.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî roja sêşemê aşkere kiribû ku divê kontrola balafirxaneyên Herêma Kurdistanê radestî reyaderên federalî bikin û 3 roj muhlet dabû wan. Lê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê ev daxwaz ret kiribû. (HK/FD)
* Çavkanî: VOA, Euronews, Rudaw.net.