Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Etîyopyayê, Yekşem borî balafirek ketibû û 157 rêwîyên tê de miribûn. Piştî bûyerê cûreyê balafira ketî, Boeing 737-Max8 hatiye qedexekirin.
Ji ber ku di balafira ketî de 22 xebatkarê Neteweyên Yekbûyî hebûn, wê alayên xwe heta nîvî anîn xwarê.
Balafirên 737-Max8ê ji sala 2017ê ve têne bikaranîn. Di pênc mehên dawiyê de du balafirên ji heman cûreyî ketine. Li Endonezyayê jî piştî balafira bi heman cûreyî dest bi firayê kirî di demekê kurt de ketibû û 189 kesên di balafirê de miribûn.
Li gor pisporan motora vî cûreyê balafirê li gor cûreyên dî piçekê li pêştir e û baskên wê piçekê bilindtir e û ev yek tesîrê li balansa wê dike.
Li Sîngapûrê Boeing 737-Max8 bi temamî hatiye qedexekirin. Li Çînê, Atîopya û Endonezyayê bikarînana wî cûreyê balafiran hatiye sekinandin.
Midûrê giştî yê THYyê diyar kiriye ku ew jî agahiyên nû yên li ser rojevê dişopînin û ewlehîyê di asta herî bilind de diparêzin.
Li Tirkiyeyê çend Boeing 737-Max8 hene?
- THY: 11 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
- Pegasus: 0 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
- Sun Express: 0 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
- Anadolu Jet: 0 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
- Onur Air: 0 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
- Atlas Jet: 0 lib. (Ji bo agahiyên berfireh bitikîne)
(PT/MB)
Çavkanî: BBC, Airline, Al Jazeera.