Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Balafira leşkerî ya veguhastinê ya An-26 li Sûriyeyê ketiye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, bi ketina balafirê re 26 rêwî û 6 personelên balafirê mirine.
Rayedarên Wezaretê diyar kirine ku balafir 500 metre li dûrî pîsta daketinê ya balafirgeha Hmeymîmê ketiye.
Li gorî nûçeya Spûtnîkê, tê gotin ku balafir ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.
Rayedaran diyar kirine ku beriya balafir bikeve teqe lê nehatiye kirin û ti êrîş lê nebuye. Herweha hatiye komisyona Wezaretê derbarê ketine balafirê de dest bi lêkolînê kirine. (EKN/FD)