Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Balafira Artêşa Rûsyayê piştî ji Balafirgeha Soçîyê ji bo biçe Balafirgeha Laskiyeyê firiya di demekê kurt de ket. 91 kes di balafirê de hebûn.
Piştî balafirê dest bi firê kiriye di 20 deqîqeyan de ketiye.
Ji bilî heşt xebatkarên balafirê rojnameger û mûzîsyenên Koma Alexsandrov* jî di balafirê de bûne.
(*Wek Koma Artêşa Sor tê bi nav kirin)
Ew kesên di balafirê de bûn
Li gor Sputnik Newsê bijîşka bi navê Lîsa tê nasîn ya ku li Sûriye û Ukraynayê alîkariya mirovî belav dikir, Elizaveta Gilinka, Aleksandir Halilovê şefê koma mûzîkê, Antor Gubankovê berpirsê çand û hûnerê yê Artêşa Rûsyayê jî di balafirê de bûn.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê di balafirê de 64 xebatkarên koroyê hebûne.
Nûçegihanê televizyona NTV ya Rûsyayê Mihail Lujnetskiy, Oleg Pestov, Yevgeni Tolstov di balafira windabûyî de bûne.(HK/MB)
Çavkanî: Spurnik News, AP.